Qezaya li Balıkesirê: 15 mirî, 17 birîndar

Li Balikesirê otobêsa rêwiyan qeza kir. Li gor agahiyên ewil, di encama qezayê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bû.

Qezaya li Balıkesirê: 15 mirî, 17 birîndar

Li Balikesîrê otobêsa rêwiyan wergeriya û tê da 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn.

Otobêsa rêwiyan a Efe Tûrê ku sefera Zonguldak - Îzmirê dikir, dema ku ji Rêya Hawirdorê ya OSBya Balikesîrê ra ber bi navçeya Edremîtê diçû û ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê da 11 kes li cihê qezayê can dan. 4 kes jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê digel hemû midaxaleyan xelas nebûn û mirin.

17 kesên ku birîndar bûn jî bi ambulansan rakirin 5 nexweşxaneyên bajêr.

Der barê qezayê da lêpirsîn dewam dike.

Walî Hasan Şildak piştî qezayê çû herêma qezayê û paşê birîndarên ku rakirin 5 nexweşxaneyan jî ziyaret kirin.

Walî Şildak diyar kir ku ji 17 birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, tedawiya 3 kesan hat kirin û ew şandin malên wan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE