Qezaya li herêma baregehê ya li Hakkariyê

Di malpera Wezareta Parastina Neteweyî de encamên lêkolîna ku heyeta îdarî û teknikî ya Fermandariya Hêzên Bejayê li Herêma Baregehê ya Sungu Tepeyê der barê qezaya ku di 9ê sermawezê de çêbû kir hatin eşkerekirin. 

Qezaya li herêma baregehê ya li Hakkariyê

Di lêkolîna ku heyeta îdarî û teknikî ya Fermandariya Hêzên Bejayê li Herêma Baregehê ya Sungu Tepeyê der barê qezaya ku di 9ê sermawezê de çêbû kir de hat tespîtkirin ku gulle bi awayekî normal ji namlûyê çû lêbelê parçeya li paş a ku dibêjinê kama bi awayekî derasayî qetiyaye û ji ber vê jî pêta ku ji paş namlûyê derketiye agir bi barûtên ku di guleberdanê de tên bikaranîn ketiye û bûye sedema şewat û teqînên pey hev. 

Di malpera Wezareta Parastina Neteweyî de encamên lêkolîna ku heyeta îdarî û teknikî ya Fermandariya Hêzên Bejayê li Herêma Baregehê ya Sungu Tepeyê der barê qezaya ku di 9ê sermawezê de çêbû kir hatin eşkerekirin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lêkolîna qeydan û guhdarkirina şahidan de hat fehmkirin ku rewşa çek û cebilxaneyan ji bo berdanê guncav bûye, amadehiyên der barê perwerde û berdanê de li gor usûlê hatine kirin û hat ragihandin ku gulle bi awayekî normal ji namlûyê çû lêbelê parçeya li paş a ku dibêjinê kama bi awayekî derasayî qetiyaye.

Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber vê jî pêta ku ji paş namlûyê derketiye agir bi barûtên ku di guleberdanê de tên bikaranîn ketiye û bûye sedema şewat û teqînên pey hev û hat ragihandin ku di guleberdanên bi topên 175 mmyî yên M107 K/M ên ku heta îro hatin kirine de qezayeke wiha çênebûye. 

Daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê meqamên edlî ve tên kirin de piştî ku bi awayekî berfireh li ser parçeyên ku di guleberdanê de qetiyan analîzên teknîkî hatin kirin dê bikarin sedema qetana kamayê û sedema nihaî ya qezayê bikarin hîn bibin û wiha hat gotin: 

"Heta ku sedema nihaî ya qezayê bê tespîtkirin ji bo tevdîrê bikaranîna topên M107 K/M ên 175 mmyî û cebilxaneyên wan hat rawestandin, têkoşîna dijî terorê ya li herêmê bi amûrên din tê berdewamkirin. Em bi vê wesîleyê dibêjin ku Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên ku di qezayê de mirin bike, serê malbatên wan ên dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me sax be û Xwedê sebrê bide, em ji bo birîndarên xwe jî şifaya xêrê dixwazin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE