Qezaya li Malatyayê: 7 mirî û 15 birîndar

Li Darendeyê midîbusek wergeriya û li gor agahiyên ewilîn 7 kes mirin, 15 kes birîndar bûn...

Qezaya li Malatyayê: 7 mirî û 15 birîndar

Li Darendeya navçeya Meletiyê midîbusek wergeriya û li gor agahiyên ewilîn 7 kes mirin, 15 kes birîndar bûn.

Midîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nehatiye kifşkirin û plaqa wê 34 AFA 667 ye, li ser rêya Darende û Meletiyê texma Baglarbaşiyê ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê da li gor agahiyên ewilîn 7 kes mirin, 15 kes birîndar bûn.

Gelek wezîfedarên tenduristî, agirkujî, AFAD û UMKEyê sewqî cihê qezayê kirin.

Ji aliyekî din va hat gotin ku di wesayîta ku wergeriya da cinazeyek û eqrebayên cinaze hebûne û ji Stenbolê diçûne Meletiyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE