Qezaya li Şanliurfayê: 6 birîndar

Li Şanliurfayê minibêsa mamoste tê da bûn welgeriya, 6 kes birîndar bûn...

Qezaya li Şanliurfayê: 6 birîndar

 Li Siwêreka navçeya Şanliurfayê minibêsa mamoste tê da bûn welgeriya, di qezayê da 6 kes birîndar bûn.

Minibêsa bi pîlaqeya 63 AAS 430 ya Necmî Guldîken diajot li Taxa Çaxlayê ya li kîlomêtreya 15an a rêbeja Siwêrek-Diyarbekirê ji ber berfê ji rê derket û totî rexê rê bû.

Di qezayê da ji mamosteyan Saliha Gurbuz, Halîl Gunaşan, Melba Dabanli, Hulya Erkoç, Mîthat Lale û Gurbet Karakayali birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Hat ragihandin ku mamosteyan li Dibistana Seretayî û Navîn ya Çaxayê wezife dikirin, dema diçûn xwendingehê qeza çêbû.

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE