Li Wanê kamyona ku tê de penaber hebûn ji rê derket û qulibî şerampolê. di qezayê de 5 kes mirin, 39 kes jî birîndar bûn. piştî qezayê ajokarê kamyonê hat binçavkirin.
Kamyona ku tê de penaberên Efxan û Pakistanî hebûn û bi riyên qeçax hatibûn Tirkiyê li ayanisa Tûşbaya Wanê ji kontrolê derket û qulibî şerampolê.
Kamyon, piştî qulibî şerampolê teqle avêt û wergeriya.
Di qezayê de, 5 kes di bin kamyonê de man û mirin, 39 kes jî birîndar bûn.
Piştî welatiyan xeber da Cendirmeyan, xebatkarên tenduristî û lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê bûn.
Penaberên birîndar ji bo tedawiyê hatin rakirin nexweşxaneyên Wanê.
Ajokarê kamyonê ji aliyê cendirmeyan hat binçavkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.