Huseyn Demirkolê ji Sivereka Şanlıurfayê li bazarê esnafiyê dike û bi vî awayî debara xwe dike. Demîrkol qezenca xwe ya rojekê ji bo mexdûrên erdhejê bexşand.
Li Îzmîrê bi şîdeta 6 bêhnok 6’an erhej çêbû. Piştî erdhejê ji çar aliyên welêt alîkarî tên şandin.
Huseyn Demirkol jî li bazara Sivereka Şanlıurfayê fêkiyan difroşe û bi vî awayî debara xwe dike.
Demirkol li paş dezgeha xwe pankartek daliqand û li ser wiha nivîsandibû. “Derbasî be Îzmîr. Bila serê Türkiyê sax be. Ez ê qezenca xwe ya rojekê bibexşînim mexdûrên erdhejê yên li Îzmîrê.”
Mişteriyên ku li ser dezgeha Huseyn danûstandin kirin ji ber pankartê gelekî kêfxweş bûn.