Qijnik dîsa bû sedema mirinê

Xortê ku qijnikê pê girt jiyana xwe ji dest da

Qijnik dîsa bû sedema mirinê

Li Şemzînana Colemêrgê qijnik/kene, bi xortekî veda. Xort rakirin nexweşxaneyê lê ji ber devlêkirina qijnikê canê xwe ji dest da.

Nasir Sever li gundê Gunyaziya Şemzînanê dijiya. eW ji ber êşa ser û zikê xwe rakirin nexweşxaneya Şemzînanê.

Piştî nexweşxaneya navçeyê, sewqî nexweşxaneya Geverê kirin pişt re jî ew rakirin Zaningeha Yuzuncuyilê kirin.

Derket ku Sever bi nexweşiya Qirim Kongoyê ketiye.

Tevî hemû midaxaleyan jî xortê 19 salî Nasir Sever jiyana xwe ji dest da.

Cinazê Sever li Wanê hat binaxkirin.

Dîroka nûkirinê: 24 Tîrmeh 2019, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE