Li çar aliyên welêt ji bo bala xwendekaran bikşînin ser xwendinê, qiraetxaneyên gel tên vekirin. Yek ji wan jî li colemergê bi merasîmê hat vekirin. Rayedarên bajêr jî beşdar bûn û bi ciwanan re sohbet kirin.
Projeya Qiraetxaneyên Gel ku Serok Erdoğan behsa wê kiribû, bajar bi bajar dikeve rewacê.
Li Colemergê jî cara ewil Qiraetxaneya Gel hat vekirin.
Waliyê Colemergê İdris Akbiyik beşdarî merasima vekirinê bû û derbarê xizmetên qireatxaneyê de agahî wergirtin.
Her wiha bi ciwanan re hatin cem hev û xelat dan wan.
Bi vî awayî tê xwestin bala ciwanan bikşînin ser pirtûkan.