Qirkirina 27 kesên bi destê PKKê nayê jibîrkirin

Endamên PKKya rêxistina terorê li gundê Çevrîmliya ser Guçlukonak a navçeya Şirnexê 30 sal berê 27 kes kuştin û digel ewqas salî êrîş nayê jibîrkirin

Qirkirina 27 kesên bi destê PKKê nayê jibîrkirin

Li gundê Çevrîmliya ser Guçlukonak a navçeya Şirnexê endamên PKKya rêxistina terorê 30 sal berê jin û zarok jî tev 27 kes kuştin û digel ewqas salî êrîş nayê jibîrkirin.

Terorîstan di 10ê Hezîrana sala 1990î da li gundê Çevrîmliyê êrîş birin serî, 12 jê zarok û 7 jî jin bi tevahî 27 kes qir kirin.

Şahidên bûyerê û kesên xizmên wan hatin kuştin hersal di salvegera bûyerê da mîna ku ew roj ji nû va diqewime hêstyar dibin û li ber dikevin.

- "Em lenet li terorê tînin"

Mixtarê gundê Çevrîmliyê Îbrahîm Ozbeyê 56 salî ku di êrîşa terorê da ji malbata wî 2 kes hatin kuştin û di êrîşên din ên rêxistina terorê da herdu piyên wî seqet man daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êşa ket nav dilê wan mîna roja ewil a bûyerê ye û zêde dibe kêm nabe.

Ozbey êrîşa ku terorîstan 30 sal berê li gundê wî birin serî xwîşk û birayek wî jî di nav da 27 kes hatin kuştin bi bîr xist û wiha pê da çû: "PKK dibêje em miletê Kurd diparêzin. Kesê miletê Kurd biparêze qet miletê Kurd dikûje? Doza wan beredayî ye û tu eleqeya wê bi Kurd û Kurdayetiyê tuneye. Em lenetê li wan tînin. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. Kesekî xwedî dîn, îman, bawerî û wîcdanê be qirkirineke wiha qebûl nake."

Ozbey destnîşan kir ku jibîrkirina qirkirin û wê rojê ne mimkûne û wiha dewam kir: "Xwedê careke din bûyerên wiha nîşanî me nede. Xwedê rehma xweli welatiyên me yîn şehîd ketine, bike û cihê wan cinet be."

- "Em piştgiriyê didin biryardariya dewletê"

Emîn Yilmaz ê 40 salî ku di wê êrîşa PKKê da bavê wî jî hatibû kuştin got ku roja êrîş qewimî ew hêj zarokek 10 salî bû û dema qala wê rojê tê kirin mîna fîlmekê tê ber çavan û wiha domand: "Jana nav dilê me qet kêm nebû û mîna roja ewil dewam dike. Em tu carî vê êrîşa bêbext a ku rêxistina terorê bir serî jibîr nakin. Em gelek xemgînin û kezeba me dişewite."

Yilmaz bal kişand ser têkoşîna ku dewletê li hemberî endamên rêxistina terorê daye destpêkirin û got: "Dewlet ji bo tunekirina terorê bibiryar e û hewl dide. Em vê yekê baş dibînin piştgiriyê didin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt da dawî li terorê bê. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike."

- "300 sal jî derbas bibe em vê qirkirinê ji bîr nakin"

Kadrî Bektaşê 40 salî ku dema êrîş qewimî zarokek 10 salî bû got ku ew nikare wê qirkirinê ji bîr bike û wiha pê da çû: "Bûyer mîna ku îro bûbe li pêş çavê mine. Min xwe veşart û ez mam. Heke min xwe veneşarta îhtimal e wê min jî bikuştina. Ne 30 sal 300 sal jî derbas bibe em vê hovîtiyê ji bîr nakin. Em zarokên xwe tînin vê derê û gora nîşanî wan didin û dibêjin mêze kin, ev apê we, ev meta we ye." Ez zilma hat kirin bûyereke ku bê jibîrkirin nîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE