24 sal berê, li Srebrenîtsayê bi hezaran însan hatin qetilkirin. Serok Recep Tayyip Erdoğan li ser qirkirina Srebrenîtsayê mesajek belav kir û got: “ev qirkirin, wê tu caran ji bîr nebe.
Serok Erdoğan, bi minasebeta salvegera qirkirinê, li ser înternetê mesajek belav kir û wiha got: “Qirkirina Srebrenîtsayê li orta Ewropayê çêbû, 8 hezar û 372 însanên bêguneh hatin qetilkirin.”
Erdoğan wiha pê de çû: “Di 24emîn salvegera Qirra Srebrenîtsayê de, Xwedê rihma xwe li şehîdan bike û ji gelê Bosnayê re sersaxiyê dixwazim.”
Alîkarê Serok Fuat Oktay jî di mesaja xwe de wisa nivîsî: “Ev ji bo hemû însaniyetê rûreşiyek e. Me fail jî, kesên ku xwe ji vê qetlîamê re xwe kerr kirin jî, ji bîr nekirin. Em ê tu caran jî ji bîr nekin. Em ê tim pişta birayên xwe yên Bosnayî bigrin. Ew emanetên Eliya îzet Begovîç in.”