Qismekî Gola Çildirê ji ber sir û sermayê cemed girt

Germahiya hewayê li herêmê bi şev di bin sifirê heta 10 pileyî daket. Ji ber seqemê jî li gundê Taşbaşiya ser Arpaçaya navçeya Qersê qismekî rûyê golê qerisî.

Qismekî Gola Çildirê ji ber sir û sermayê cemed girt

 Qismekî rûyê Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da cî digire ji ber sir û seqemê cemed girt.

Germahiya hewayê li herêmê bi şev di bin sifirê heta 10 pileyî daket. Ji ber seqemê jî li gundê Taşbaşiya ser Arpaçaya navçeya Qersê qismekî rûyê golê qerisî.

Hin welatî derketin ser cihê cemed girtî û li ser meşiyan û wêne kişandin.

Aykut Şenê ji Îzmirê bi trêna Ekspresa Rojhilat hatibû bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li ser gola qismekî wê cemed girtiye meşiyan û wiha domand: "Ev der gelekî xweş e. Dema ez ewilî derketim ser cemedê kelecanî bûm lê em sax vegeriyan. Lazim e herkes were û van deran bibîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE