Qomandoyên binê avê noqî Gola Çildirê ya qeşagirtî bûn

Qomandoyên binê avê noqî Gola Çildirê ya qeşagirtî bûn

Tîmên Lêgerîn û Xelaskirina Binê Avê (SAK) yê Fermandariya Asayîşa Taybet a Qomandoyên Cendirme ya Enqereyê (JOAK) bi 18 noqavan va noqî Gola Çildirê ya ku rûyê wê qerisiye bûn.

Tîman qeşaya li ser rûyê golê bi awayekî sêgoşe şikênandin û ketin golê.

Li bajêr germahiya hewayê di binê sifirê da daketiye 9 pileyan ku tîman guh nedan sermayê û qasî 10 mêtroyan noqî avê bûn.

Germahiya ava golê di navbera pileyek û 3 pileyan da diguhere û qalindiya qeşayê jî qasî 20 santêman e.

Noqvanên cil û bergên taybet li xwe kirine cara ewil e noqî Çildirê bûn û vê jî ji bo bîranîna Şehîdên Sariqamîşê pêk anîn.

Tîm dema derketin li ser rûyê avê pankartek vekirin û ji bo şehîdên Sariqamîşê rêz girtin.

Perwerdeya wan a li Çildirê wê 10 rojan dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE