Li Mêrdînê qonaxa abdulkadi̇r paşa ya 120 salî dibe navenda gastronomiyê. Li Qonaxa dîrokî wê ji bo turîstan xwarin û vexwarinên herêmî werin çêkirin.
Li Mêrdînê qonaxa dîrokî dibe navenda gastronomiyê.
Walîtiya Mêrdînê ji bo danasîna xwarin û vexwarinên herêmê Navendeke gastronomiyê vedike.
Ji bo vê jî Qonaxa Abdilkadîr Paşa ya 120 salî ya 3 qatî ji nû ve tê restorekirin.
Piştî restorasyonê, wê li qonaxa dîrokî hemû xwarin û vexwarinên herêma Mêrdînê werin çêkirin.
Tê ragihandin, proje wê di demeke nêz de dest pê bike.