Qrama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û paşê di asta 238,7 lireyî da sabît bû.
Duh ji ber ku bihayê dolar zêde bû pê ra bihayê zêr jî hinekî zêde bû û di dawiya rojê da ji sedî 1,19 zêde bû û derkete 237,9 lireyî.
Îro jî qrama zêr ji saet 09.45an pê va ji sedî 0,34 zêde bû di asta 238,7 lireyî da sekinî. Li Bazara Mezin a Stenbolê zêrê çaryek bi 390 lireyî, zêrê cumhuriyet jî bi 1.596 lireyî tên firotin.
Li piyaseyên Asyayê bihayê onsa zêr pozîtîf bû lêbelê vê gavê ji sedî 0,14 qîmet da der û dakete 1.275,70 dolarî.