Qur'ana Pîroz ya di 2 salan da hat amadekirin

Qur'ana Pîroz ya ji hevrişîmê ku li dinyayê kêm heye li paytext Kabulê li Enstîtuya Fîroz Koh tê nîşandan.

Qur'ana Pîroz ya di 2 salan da hat amadekirin

Qur'ana Pîroz ya bi destê xetatên Efxanî di nav 2 salan da hat amadekirin û di rûpelên wê da hevrişîm û toza zêr hatiye emilandin ji bona meha Remezanên tê pêşandan.

Qur'ana Pîroz ya ji hevrişîmê ku li dinyayê kêm heye li paytext Kabulê li Enstîtuya Fîroz Koh tê nîşandan.

Mihemed Temîm Sahibzadehê xetat ku projeya Qur'ana Pîroz meşand daxuyanî da û destnîşan kir rûpên ji hevrişîmê yên Qur'ana Pîroz bi xebateke taybet hatiye çêkirin.

Sahibzadeh diyar kir tezhîba di her rûpelên Qur'ana Pîroz da hefteyekê ber xwe da û got ku Qur'ana Pîroz bi destxeta nesxê hatiye nîvîsandin û wiha got: "Rûpelên Qur'ana Pîroz ji cawên hevrişîmî ne. Ji bona boyaxa nivîs pê hatine nivîsandin derbasî rûpelê din nebe me toza giyayê pisilyumê emiland."

Mihemed Temîm Sahibzadeh destnîşan kir ku giraniya Qur'ana Pîroz 8,6 kîlogram e û ji 610 rûpelî pêk tê. Di rûpelên Qur'ana Pîroz da moçk û nexşên sedsala 15emîn û 16emîn hatine emilandin."

Sahibzadeh diyar kir ayet li ser rûpelên hevrişîmî hatine nivîsandin û ji bona Qur'ana Pîroz 305 mêtro cawê hevrişîmî hatiye emilandin.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 16:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE