Rageşiya Îran û Emerîkayê

Zerîf: Peymaneke piralî ye, divê her alî soza xwe bîne cih

Rageşiya Îran û Emerîkayê

Rageşiya di navberiya washîngton û Tehranê de dewam dike. di vê demê de wezîrê karên derve yê îranê cewad zerîf roportaj da new york tîmesê. derbarê rageşiya îran û emerîkayê de got;“peymaneke piralî ye, divê her alî soza xwe bîne cî ne tenê em”. zerîf ambargoya emerîkayê ya li hemberî wî jî nirxand.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf bi e-maîlê roportaj da rojnameya Emerîkayê New York Tîmesê.

Zerîf ji bo peymana nûkleer ya bi navê Plana Tevgera Hevpar got; “Peymana herî baş a asayî ye” û wiha pê de çû; “Me bi vê peymanê hemû pirsgrêkên xwe çareser nekirin, em vê yekê qebûl dikin. Lê me li hev kiribû; Me di peymanê de gotibû em ê van cudahiyan nekin mesele û me li hev kiribû.”

Zerîf got, ne ku em bi wan bawer bûn, ji ber ku baweriya me bi aliyê din tunebû me peymaneke wisa îmze kir. qasî ku Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Elmanya, Îngilistan, Rûsya û Çîn çavdêriya vê peymanê bike, em ê li ser sozên xwe bin.

Wezîr Zerîf got aqûbeta vê peymanê girêdayî daxwaz û qabîliyeta hemû aliyên peymanê ye. Zerîf wiha pê de çû; “Ev peymaneke piralî ye, divê her alî soza xwe bîne cî. Ne tenê em.”

Zerîf ambargoya li hemberî xwe jî nirxand. Diyar kir ku li derveyê Îranê tu mal û milkên wî an jî yên malbata wî tune ne.

Zerîf got dibe ku bi vê ambargoyê têkiliyên wî qut bibin lê gelo ev yek dê bi kêrî kê were..

Di dawiyê de jî got; “Heke ambargo deynin ser min Washîngton nikare derbarê min de agahiyan bistînê û biryareke rast bide.”

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE