Rakirina hingiv dest pê kir

Li Deşta Muşê îsal rekolteyeke baş tê hêvîkirin

Rakirina hingiv dest pê kir

Havîn hêdî hêdî diqede. Ji ber wê jî li herêmê dema berhevkirina hingiv e. Mêşvan îsal li benda rekolteyeke zêde ne.

Li deşta Mûşê bi hezaran cure nebat û kulîlk hene.

Xwezaya Mûşê ji bo mêşvaniyê cihekî guncav e.

Li Mûşê Îsal nezî 230 hezar kewarên mêşên hingiv hene.

Bi vê hejmarê mêşvan îsal ji Mûşê nêzî 500 ton hingiv hêvî dikin.

Mûş bi bilindahiya xwe cihê giha û kulîlkên bikalîte ye.

Ew kulîlk jî bala mêşhingivan dikişîne û hingivê baş hildiberînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE