Îranê êrişî baregehên Amerîkayê kir

Artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê li Enbara bajarê Iraqê êrîşî Baregeha Esmanî ya Eyn el Esedê ya Amerîkayê kir. Ajansa Nûçeyan a Farsê dîmenên êrîşê weşand.

Îranê êrişî baregehên Amerîkayê kir

Artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê daxuyand li hemberî Baregeha Esmanî ya Eyn el Esedê ya Amerîkayê ya li Iraqê bi moşekên balîstîk va êrîş hat kirin.

Artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê li Enbara bajarê Iraqê êrîşî Baregeha Esmanî ya Eyn el Esedê ya Amerîkayê kir. Ajansa Nûçeyan a Farsê dîmenên êrîşê weşand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 28ê çîleya pêşîn da hatibû Iraqê û eskerên li vê baregehê wezîfedar in ziyaret kiribû.

Artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê daxuyand heke Amerîka li hemberî vê êrîşekê bike, ewê êrîşeke hê ji vê mezintir û xurttir bikin.

Di daxuyaniyê da artêşê hişyarî da welatên ku baregehên Amerîkayê lê hene û hat gotin heke li hemberî Îranê dijminane bê tevgerîn ewê êrîşî van welatan jî bikin.

Artêşê hişyarî da Amerîkayê ku ew eskerên xwe ji herêmê vekişîne.

Çapemeniya Îranê daxuyand li hemberî baregeha Amerîkayê ya li Iraqê êrîşa bi moşekan a duyemîn jî hat destpêkirin.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman di daxuyaniya nivîskî da got di 7ê çileya paşîn saet 5.30an da Îranê ji 12an zêdetir moşekan va li Iraqê êrîşî hêzên Amerîkayê û koalîsyonê kir.

Hoffman got eşkere ye ku Îranê ev êrîş li hemberî baregehên El Esed û Hewlerê yên ku eskerên Amerîkayê û koalîsyonê lê ne kir û ew ji bo tespîtkirina zirarê dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE