Raportorê Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo îdianameya dibêje Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were girtin rapor nivîsî ku were qebûlkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, lêkolîna raportor a li ser îdianameya dixwaze HDP were girtin û Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind ji nû va şandibû, hat temamkirin.
Raportor diyar kir ku kêmasiyên bûne hinceta îadekirinê hatine safîkirin û rapora xwe ya dibêje îdianame were qebûlkirin pêşniyazî heyetê kir.
Heyetê di 21ê hezîranê saet 10.00an da kom bibe û biryarê bide ku ka îdianameyê were qebûlkirin an neyê qebûlkirin.
Lijneya Giştî ya Qanûna Bingehîn ew ê di lêkolîna ewil da ji bo kesên seba wan qedexeya siyasetê tên xwestin û destdayîna li ser hesabên alîkariyê yên partiyê jî binirxîne.AA