"Rastiyeke tesbitkirî ye ku Ermenistan li axa Azerbaycanê dagirker e"

Serokê Meclisê Şentop diyar kir Türkiye biryardar e ku ji bona ewlehiya her kesî bixebite û ji bona îstiqrar û aştiya hemû mirovahiyê têbikoşe û got ku em xwe ji ber çareserkirina îxtilafên li herêma me û dinyayê nadin alî û dixwazin înîsîyatîfê hildin.

"Rastiyeke tesbitkirî ye ku Ermenistan li axa Azerbaycanê dagirker e"

Serokê Meclisê Mustafa Şentop, "Li gorî hiqûqa navneteweyî û saziyên li gor hiqûqa navneteweyî hatine sazkirin rastiyeke tesbitkirî ye ku Ermenistan li axa Azerbaycanê dagirker e."

Şentop beşdarî Civîna Rola Parlamenteran ya Di Zeximkirina Ewlehî û Aştiya Navneteweyî bû ku Meclisa Tirkmenistanê onlîne li dar xist.

Serokê Meclisê Şentop diyar kir Türkiye biryardar e ku ji bona ewlehiya her kesî bixebite û ji bona îstiqrar û aştiya hemû mirovahiyê têbikoşe û got ku em xwe ji ber çareserkirina îxtilafên li herêma me û dinyayê nadin alî û dixwazin înîsîyatîfê hildin.

Şentop diyar kir ku ji xeynî feydedayîna pêşvabirina kapasîteya Neteweyên Yekbûyî û saziyên herêmî, Türkiye bi dewletên dixwazin ra bernameyên pêşvabirina pêşvabirina kapasîteyên dualî li dar dixe û di warê parastin û ewlehiyê da peymanan îmze dike û wiha axivî, "Divê bê zanîn ku Türkiye di vî warî da ji her cure hevkariyê ra vekiriye."

Mustafa Şentop destnîşan kir li gorî qinaeta Türkiyeyê Ermenistan dewleteke wisa ye ku him dijî Azerbeycanê û him jî dijî herêmê talûke ye û xemsar e ku dibe sedema metirsiyê û wiha peyivî, "Sekna Türkiyeyê ya li cem Azerbeycanê ji dostanî û biratiyê wêdetir ji ber wê ye ku Azerbeycan mafdar e û li dijî hêzeke ji bona aştiya herêmê talûke ye disekine."

Serokê Meclisê Şentop diyar kir li gorî hiqûqa navneteweyî û saziyên li gor hiqûqa navneteweyî hatine sazkirin rastiyeke tesbitkirî ye ku Ermenistan li axa Azerbaycanê dagirker e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE