Kerwanseraya ejder a li îdirê bala turîstan zahf dikşîne. Qonaxa rêwiyan a ku di heyama selçûqiyan de hatiye avakirin, cihekî bêhampa ye.
Qonaxa rêwiyan a li Îdirê yan jî rawestgeha karwanan Ejder di sedsala 13emîn de, bi mîmariyeke bêhampa hatiye avakirin.
Ev xaniyê dîrokî di heyama Selçuqiyan de bûye rawestgeha rêwiyan.
Îro jî ew bi mîmarî û dîroka xwe deng vedide.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muharrem Tenlik:Ev der ji bo ku karwanên bazirganiyê hatiye avakirin. Îro hêj jî ew rêça dîrokî li ser heye. Di nav berhemên dîrokî yên herêmê de mînakeke navdar e û gelekî tê ecibandin. Ji bo qedra cihên tarixî zêde were zanîn, em wekî sazî çi ji destê me tê em dikin.
Piranî jî turîstên Azarbaycan, Îran û Gurcîstanî tên serdana qonaxa dîrokî.
Karwanseraya ku di heyama xwe de cihê bazirganiyê bû, îro bûye şûna geşt û gere.