Şaredariya Erûhê bi navê kurdî dihêya sêrtê wekî her sal îsal jî fitar da gel. Di fitarê de rayedar, giregirên bajêr û welatî hatin cem hev û bi hevre rûniştin ser sifrê.
Walî, qeymeqam, fermandar û midûrê ewlehiyê yê bajêr…
Di fitara Şaredariya Dihêya Sêrtê de rayedarên bajêr û welatiyan bi hev re fitar kir.
Wekî din rayedar û welatî li ser meseleyên bajêr xeber dan û bal kişandin ser yekitî û bi hevrebûnê.
Beriya fitarê zarokan jî lawîj xwendin.
Şaredarî ev 5 sal in her Remezan li qada Demokrasiyê fitar dide welatiyan.