Danasîn û destekên ji bo karsazan bi kêr hat û li welêt razemenî pêk tên. Karsazeke Iraqî hat Mêrdînê û çewlikeke mirîşkan vekir. Kapasîteya çewligê 115 hezar û 200 e. Mirîşk rojê 100 hezar hêk dikin.
Ji bo teşwîqa razemenî û hilberînê li ser hev paketên piştgiriyê tên eşkerekirin.
Ev piştgirî bi kêr hatin û him karsazên li welêt him jî yên derwelêt li herêmê razemeniyan dikin.
Zine Tatar jî yek ji van karsazan e û ji İraqê hatiye Tirkiyeyê. Karsaza jin li Mêrdînê çewlikeke mirîşkan vekir û kapasiteya çewliga wê 115 hezar û 200 mirîşk in.
Ez û malxê xwe ji İraqê hatin û li Mêrdînê bi cih bûn. Razemeniya me li ser çewliqa mirîşkan e. Febrîqaya me ya êm jî heye em êmê xwe jî hildiberînin.
Çewlik bi 15 milyon dolarî hat avakirin û tê de gelek welatî dixebitin.
Hêkên tên komkirin dikevin nav koliyan û paşê tên şandin market û bazaran.