"Rêbeja Îstanbul-Îzmirê îsal temam dibe"

Serok Erdogan destnîşan kir di nav meha rêbendanê da wê bi tevahî 2 milyar û 35 milyon lire ferqa alîkariya ziraetê bidin.

"Rêbeja Îstanbul-Îzmirê îsal temam dibe"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan namzedên şaredariyê yên AK Partiyê yên navçeyên Îzmirê eşkere kir.

Erdogan li Salona Sporê ya Halkapinarê di Civîna Namzedên Îzmirê yên AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan: "Di îxracatê da bi 168,1 milyar dolarî di dîroka Komarê da em gihîştin reqama herî zêde. Hedefa me 170 bû, lê ferqeke biçûk ma." 

"Her çiqas em di nav êrîşên kurê, faîz û enflasyonê da man, di sê çaryekên ewil yên 2018an da dîsa em ji sedî 4,5 pêş ketin."

"Rêbeja Stenbol-Îzmirê îsal temam dibe. Kî çêdike? AK Partî. Çêkirina Rêbeja Menemen-Alîaga-Çandarliyê dewam dike ku maliyeta wê 2 milyar lire ye. Înşellah em ê di 2021an da biqedînin. Bira parî jî ew bixebitin, lê nikarin. Ev îrade û dîrayet di wan da tuneye."

Serok Erdogan destnîşan kir di nav meha rêbendanê da wê bi tevahî 2 milyar û 35 milyon lire ferqa alîkariya ziraetê bidin.

"Wek AK Partî em dixebitin ku Îzmira me ya bedew ji wesayeta yekpartiyê xilas bikin û cardin bikin bajararekî sembola welatê me û dinyayê. Ez bangî welatiyên me yên ji CHPyê dikim, werin em bi hev ra cardin Îzmirê bikin navenda demokrasiyê û fikra azad. Bawer dikim ku hûn dizanin ji vê hişmendiya CHPyê tişteke xêrê dernakeve."

"Ez ji Îzmirê mizgîniya piştgiriya cotkarî û heywandariyê ya ku di nav rêbendana 2019an da were dayîn îro didim. Ferqa were dayîn ji bo genim, garis û birinc 550 milyon lire, ji bo piştgiriya golikan 525 milyon lire, ji bo şîrê xav 340 milyon lire, ji bo nebatê yêm 269 milyon lire, ji bo bikaranîna tovê bi sertîfîka 100 milyon lire, ji bo parastina qadên cotkariyê 84 milyon û 500 lire, ji bo piştgiriyên din 167 milyon lire bi tevahî 2 milyar û 35 milyon lire."

"Radibin û rûdinin qala terzê heyatê dikin. Derdekî me yê wisa tuneye. Em heta îro ji bona tiştên wiha nebûne belaya serê kesî. Lê hişmendiya CHPyê bûye bela."

"Emê roja sêşemê peywiran belav bikin û hevalên me dê li Tirkiyeyê belav bibin. Emê heta dawiya hefteyê nasandina namzedên xwe temam bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE