Rêbeja Van-Hakkariyê ji ber lehiyê hat girtin

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce li herêmê lêkolîn kir

Rêbeja Van-Hakkariyê ji ber lehiyê hat girtin

Li Wanê danê nîvroyê piştî barana gurr lehî rabû û rêbeja Wan-Hekariyê ji çûn û hatinê ra hat girtin.

Li navçeya Başkaleyê ev du roj in baran dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.

Îro danê nîvroyê piştî baraneke gurr lehî rabû û rêbeja Wan-Hekariyê ji çûn û hatinê ra hat girtin. Demekê destûr nedan ku wesayit derbas bibin.

Li navçeyê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce lêkolîn kir û derbarê xebatan da agahî hildan.

Herwiha li navenda navçeyê jî ji ber baranê lehî rabû, hin xanî û dikan di bin avê da man.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE