Li bajêr ji ber taviya ku du roj berê dest pê kir û duh bi şev vegerand lehiyê, rêbejaya Kars-Kağızmanê hat girtin.
Ji ber ku rêya di navbera Gundê Kotekê û Taxa Bayamê di bin lehiyê da ma, gelek ajokar neçar man û vegeriyan.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê yên Midûriyeta Herêma 18emîn ji bo ku zirar negihîje gel, xebat dan destpêkirin û bi makîneyên kar heriya di rê da paqij kir û rê vekir.
Di vê navberê da ji ber baranê gumrah li navçeyên Akyaka û Arpaçayê jî lehî rabû. Li navçe û gundan zirar û ziyan gihîşt zeviyên çandiniyê û welatî jî di zehmetiyê da man.
AA