Hat ragihandin ku rêbejaya Tuncelî-Erzincanê ji ber berf û bagerê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin ku ji ber berf û bagera li herêmê di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku rêbeja di navbera Pireya Mutuyê û navenda Pulumurê da dimîne ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, hetanî îlaneke din jî ew ê ji bo wesayîtan girtî bimîne.
AA