Ji bo di nivîsîna kurmancî de tevlihevî safî bibe, kîtabek hat nivîsîn. Ji 4 aliyên dinyayê 18 zimannas û lêkolînerên kurd 2 salan xebitîn û wan rêbera rastnivîsînê derxist. Zanîngeh, çapemenî û weşenxaneyên kurmancî êdî wê li gorî qaîdeyên vê kîtabê tevbigerin.
Weqfa Mezopotamyayê du salan beriya niha, bi beşdarîya gelek zimannasan komxebata Kurmancîyê ava kir.
Ji 4 aliyên dinyayê 18 zimannas, nivîskar, akademisyen û lêkolîner heft caran civiyan û li ser zimanê kurdî şixûlîn.
Piştî xebatên taybet Rêbera Rastnisînê hat amadekirin. Di kîtabê de 229 rûpel hene.
Rêbera Rastnivîsînê, qaîdeyên nivîsîna bi Kurmancî dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire.
Ev rêber, berhemeke hevpar e.
Ji bo nasandina Rêbera Rastnivîsînê li Amedê resepsîyon hat lidarxistin. Gelek pisporên ziman û nivîskar hatin resepsîyonê.