Rîcala dewletê bi serokatiya Serok Erdogan Anitkabîr ziyaret kir

Di çarçoveya pîrozbahiyên sala 99em a Serkeftina Mezin da merasima ewil li Anitkabîrê hat lidarxistin. Merasim bi meşa Rêya Şêran a rîcala dewletê ra dest pê kir.

Rîcala dewletê bi serokatiya Serok Erdogan Anitkabîr ziyaret kir

Rîcala dewletê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê û Roja Artêşa Tirkiyeyê Anitkabîr ziyaret kir.

Di çarçoveya pîrozbahiyên sala 99em a Serkeftina Mezin da merasima ewil li Anitkabîrê hat lidarxistin. Merasim bi meşa Rêya Şêran a rîcala dewletê ra dest pê kir.

Di korteja ku Serokomar Erdogan serokatiya wê kir da Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, endamên Kabîneya Serokomariyê, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, serokên erka daraza bilind, fermandar, nûnerên partiyên siyasî, burokrat û erkana dewletê ya din cih girtin.

Erdogan çelenga ku motîfa heyv û stêrkê li ser heye, danî ser mozoleya Ataturk. Piştî rêzgirtinê Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Serokomar Erdogan rîcala dewletê ya ku di protokolê da cih girt paşê derbasî Qûleya Mîsaqa Millî bû. Erdogan li vê derê Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Serokomar Erdogan di defterê da wiha nivîsî:

"Ataturkê ezîz; di salvegera 99em a Serkeftina Mezin ku di rêya serxwebûnê da ji qonaxên zêrîn yek e da em cardin li hizûra we ne. Di vê roja dîrokî da em zatê we yê mezin û şehîdên me yên ezîz bi rehemt bibîr tînin. Li gor hedefên ku we ji me ra xêz kirine, em Tirkiyeyê ber bi paşerojeke ronak dibin. Bi gavên ku me di qada sanayiya parastinê da avêtin va em Artêşa Tirkiyeyê ku bîbika çavê miletê me ye, di her qadê da xurt dikin. Em bi reformên ku me di demokrasî, edalet, maf û azadiyan da kir rewacê va têkiliya cumhur bi komarê ra xurtir dikin. Emanetê wê yê Dewleta Komara Tirkiyeyê di destên emîn da ye. Ruhê te şa be."

Anitkabîr piştî merasima dewletê ji bo ziyareta gel vebû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE