Rûçikê Rûmkaleyê diguhere

Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê di çarçoveya "Projeya Çêkirina Qerax û Derdorê" ya ji bo "Rûmkale"ya li qeraxê Çemê Feratê, dest bi xebatan kir

Rûçikê Rûmkaleyê diguhere

Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê di çarçoveya "Projeya Çêkirina Qerax û Derdorê" ya ji bo "Rûmkale"ya li qeraxê Çemê Feratê, dest bi xebatan kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, bi xebatên ku Midûriya Şaxa Buroya Parastin û Kontrolê ya Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê (KUDEB) dimeşîne va turîzma bajêr wê xurt bibe.

Di vê çarçoveyê da Rûmkaleya ku li qeraxê Çemê Feratê ye, wê êdî di nav cihên ku turîstên xwecî û biyanî tên da cih bigre. Rûmkale di navbera Çemê Feratê û Ava Merzîmenê da, li ser zinaran e. 

Di daxuyaniyê da ciha dan gotinên Midûrê Şaxa KUDEBê Serdar Murat Gursel û Gursel diyar kir, ji ber ku herêm di nav qada sîtê ya arkeolojîk da ye, wan destûr stand û dest bi "Projeya Çêkirina Qerax û Derdorê" kir.

Gursel got ku di çarçoveya projeyê da otopark, terasên seyrê û ofîsên firotinê wê werin çêkirin û wiha dewam kir:

"Em li herêmê ji bo pêdiviyên sereke yên mêvanan cî û waran çêkin. Ji bo ku lê nan bixwin em mekanan çêkin. 7 mekanên firotinê, qerenge wê werin çêkirin. Kesên ku bi kelekê va ser çem digerin, wê bikaribin derdora Rumkaleyê bibînin. Em seba ser avê jî dubayan çêdikin. Ji bilî van li qada bêhnvedanê nêzî 100 terasên seyrê wê werin avakirin."

- Rûmkale 

Rûmkale nêzî gundê Kasabayê yê navçeya Yavuzeliyê ye û ji dewra antîk heta niha bi navên "Şitamrat, Kal-a Rhomayta, Hromklay, Ranculat, Qal-at el Rûm, Qal-at el Muslîmîn, Keleha Zêrîn" hatiye binavkirin.

Li gor rîwayetan ji hewariyên Hezretî Îsa Johannes di dewra Romayê da hatiye Rûmkaleyê û di odeyeke ku zinar qoqilandine û çêkirine da nusxayên Încîlê li hev zêde kiriye.

Keleh di sala 1292yan da ji aliyê Melîk El-Eşrefê siltanê Memlûkiyan va hatiye fetihkirin û ji aliyê Sancar Sucayê naîbê Sûriyeyê va hatiye temîrkirin û navê "Qal-at el Muslîmîn" lê kirine. Rûmkale di 1516an da ketiye destê Osmaniyan û bûye qezayeke ser sancaqa Bîrecikê ya eyaleta Helebê.

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE