"Reform heta 2023yan mîna nexşerêyekê ye"

Gul li navçeya Ortahîsarê li otêlekê di Civîna Nirxandina Herêmê ya Edaletê da axivî.

"Reform heta 2023yan mîna nexşerêyekê ye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Reform heta 2023yan mîna nexşerêyekê ye. Heta 2023yan verastkirinên qanûnî, verastkirinên ku biryara Serokomariyê dixwazin û pêvajoyên ku hewcedarî bi biryarên wezaret û saziyan hene di nav xwe da dihewîne. Reform rasterast tên sepandin û wek pakêta yekemîn hat Meclisê."

Gul li navçeya Ortahîsarê li otêlekê di Civîna Nirxandina Herêmê ya Edaletê da axivî.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir reform heta 2023yan mîna nexşerêyekê ye û wiha axivî: "Heta 2023yan verastkirinên qanûnî, verastkirinên ku biryara Serokomariyê dixwazin û pêvajoyên ku hewcedarî bi biryarên wezaret û saziyan hene di nav xwe da dihewîne. Reform rasterast tên sepandin û wek pakêta yekemîn hat Meclisê."

Abdulhamît Gul diyar kir di pakêta reformê da guherînên muhîm hene ku azadiya îfadeyê û azadiya fikr û ramanê zexim dikin û got ku di mijara azadiya îfadeyê û azadiya fikr û ramanê da em rê li ber Dadgeha Bilind vedikin û rêya qanûnî berfireh dikin.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir bi qanûnî gotin û dîmenên mexdûrên sûcên cinsî wek daneyên şexsî di dosyeyên dozê da tên parastin û ji bona veşartî bimînin tevdîr tên hildan.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE