Reforma tezmînata qidemê

Albayrak derbarê verastkirinê de wê bi saziyan re bicive...

Reforma tezmînata qidemê

Ji bo reforma tezmînata qidemê xebata ewil dê dest pê bike. Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ji bo diyarkirina pergala tezmînata qidemê ya nû, şêwr û mişêwran datîne. Hûrgilî wê bên diyarkirin. Ji bo ku heqê xebatkaran bên parastin, gavên hewce dê bên avêtin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ji bo reforma tezmînata qidemê, wê bi hemû eleqedarn re civînan bike.

Hemû aliyên berpirsyar dê fikrên xwe bêjin.

Ji bo ku mafên xebatkaran bên parastin hemû gavên hewce jî wê bên avêtin.

Ji bo fonê, ji kê û çiqas wê bê birîn û tezmînatên ku ji berê ve hatine komkirin wê çi bibin; wê li ser van biaxivin.

Wezîrê Xazîne û Darayiyê Berat Albayrak: “Em ê hemû saziyên ku di vê meseleyê de berpirsyar in, bînin cem hev. Wekî ya xebatkaran, ji xwediyên kargehan jî fon wê bê birîn û ew ê wekî Sîgortaya Teqawîdbûnê ya Şexsî-BESê, di Fona Tezmînata Qidemê de bê komkirin.”

Dahatuya ji Pergala teqawîdbûna taybet, wê di fonê de kom bibe.

Xebatkar wê ji fona tezmînata qidemê piştgiriyê bistînin.

Ji bo ku ligel SGKê pergala teqawîdbûnê ya taybet jî hebe, xebat wê bê kirin.

Bi saya vê him tesaruf wê zêde bibin him jî piştî teqawîdbûnê xebatkar wê ji cihekî din jî pere bistînin.

Di pergala niha de, xebatkar piştî ku teqawîd bû, ji kar hat derxistin an jî wefat kir tezmînatê distîne. Ji bo vê jî şert e xebatkar li kargeha ku herî dawî lê şixulî, herî kêm salekê xebitîbe.

Lê ev pergal ji bo hin xebatkaran nayê sepandin.

Bi saya pergala nû ev pirsgirêk dê çareser bibe.

Di pergala niha de xwediyên kargehan tezmînata qidemê diyar dikin. Ev pirsgirêk jî wê çareser bibe.

Bi saya verastkirina nû, kargeh wê tezmînatê dest ra bidin.

Tê plankirin, pergala nû di sala 2020an de dest pê bike.

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE