Di encama êrîşên rejima Esed û komên terorîstên biyanî yên bi piştgiriya Îranê birin ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da sivîlek hat kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Rejima Esed û komên terorîstên biyanî yên bi piştgiriya Îranê di nav rojê da li Îdlibê bi topan êrîşî naçeya Xan Şêxûnê, bajaroka Tuhê, gundê Babolînê, Hawîz, Hewîce û Beyt el Easa gundên li rojavayê Hemayê kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan hatin girtin, di êrîşê da li gundê Hawîzê sivîlek hat kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûn.
Hat ragihanin ku rejimê û piştgirên wê ji do bi şev hetanî nav rojê herî kêm 500 top avêtin gundê Hawîzê.
Rejima Esed û komên teorîstên biyanî yên di piştgiriya Îranê da ji serê salê vir da mitebeqata Soçiyê îxlakirin û êrîşî wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" kirin û ji serê salê vir da herî kêm 144 sivîl kuştin û 435 sivîl jî birîndar kirin.AA