Rekolteya fistiqên Siirtê

Pisporan xebatên diyarkirina rekolteya îsal qedandin

Rekolteya fistiqên Siirtê

Fistiqên Sêrtê bi tehma xwe li dinê bi nav û deng in. gelek sêrtî li ser erd û zeviyên xwe fistiqan digihînin û difroşin çar aliyên Tirkiyê. ji Midûriyeta çandinyê ya bajêr jî pisporan li baxên fistiqan rekolteya îsal pîvan.

Li Sertê gelek cotkar bi fistiqan debara xwe dikin.

Fistiqên Sêrtê li çar aliyên dinyayê belav dibin û gelekî tên ecibandin.

Ji bo hilberîn kêm nebe û ber zêde bibe jî Wezareta Çandiniyê xebatên xwe dike.

Wezîfedarên Midûriyeta Çandiniyê jî çûn nav baxçeyên fistiqan ku rekolteya îsal bipîvin.

“ Em li ser diyarkirina rekolteya fistiqan dixebitin. Em li ser 5 gundan û li her gundî li ser 5 baxçeyan dixebitin. Em xebatên xwe li gorî rêbazên zanistî dikin.”

Lî gorî dîtina pisporan ji ber hewayê wê îsal berê fistiqên Sêrtê kêm be.

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE