Rekora Qesra Îshaq Paşa ya sala 2018an

Hejmara ziyaretvanên Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku ji mînakên mîmariya Osmaniyan e zêde bû...

Rekora Qesra Îshaq Paşa ya sala 2018an

Hejmara ziyaretvanên Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku ji mînakên mîmariya Osmaniyan e zêde bû.

Qesra dîrokî ya li başûrê Bazîda li herêma Rojhilatê Anadoluyê di nav qadên herî hêja yên turîzmê da cih digire.

Qesra Îshaq Paşa li herêmê yek ji mînakên berbiçav yên mîmariya Osmaniyan e û ji sala 2000î vir va jî di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire. Çar aliyê Tirkiyeyê di nav da ji welatên Asya û Ewropayê jî tev turîst tên dîtina qesrê.

Bi saya xebatên li dor û bera qesrê ku saziyên dewletê yên eleqedar birin serî eleqeya li ser berhema dîrokî her diçe zêde dibe. 

Qesra Îshaq Paşa di çar demsalên salê da her carê bi xweşiyeke xwe ya awayekî balê dikşîne, biharê bi hêşînahî, havînê bi hênikayî, payîzê bi zerayî û zivistanê jî bi xemla spî bangî turîstan dike.

- Di sala 2018an da 121 hezar û 94 ziyaretvan hatin serdana qesrê

Qesra Îshaq Paşa di sala 2018an da jî bi hejmara turîstên hatin rekoreke nû bi dest xist û di çar salên dawîn da jimar gihîşt asta herê zêde. Di sala 2015an da 44 hezar û 603, di sala 2016an da 57 hezar û 175, di sala 2017an da 92 hezar û 830 û di sala 2018an da jî 121 hezar û 94 turîstên xwemalî û biyanî hatin serdana qesrê.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE