Îrema Wanî daxwaza xwe ya xwendinê bi "tuvala vala" va vegot

Ji xwendekaran hinekan resma formeya tîma alîgirê wê ne çêkir, hinekan resma kêliya temaşekirina pêşbirkê çêkir, hinekan resma pişîka Wanê çêkir, hinekan jî alavên muzîkê çêkir.

Îrema Wanî daxwaza xwe ya xwendinê bi "tuvala vala" va vegot

Li Çaldêrana navçeya Wanê Îrem Dedeya 13 salî xwendekara pola 8emîn e. Îrem keça malbateke ku 12 zarokên wan hene ye û rewşa wan a aborî baş nîne. Îremê di pêşangeha ku 21 xwendekaran resma xeyalên xwe tê da çêkirin da daxwaza xwe ya xwendinê resim kir.

Mamosteyên Dibistana Seretayî ya Încealanê ji xwendekaran xwest ku resma hêviyên xwe yên paşerojê çêkin. Resmên ku tê da qala xeyalên 21 xwendekarî dikin, li navenda bajêr di salona pêşangehê ya kafeyekê da hatin pêşandin.

Ji xwendekaran hinekan resma formeya tîma alîgirê wê ne çêkir, hinekan resma kêliya temaşekirina pêşbirkê çêkir, hinekan resma pişîka Wanê çêkir, hinekan jî alavên muzîkê çêkir.

Bala kesên ku li pêşangehê geriyan "tuvala vala" ya ku bi dîwar va hatiye daliqandin, kişand. Îrem Dedeya 13 salî ji mamosteyên xwe ra got ku "xeyalên min di vê tuvalê da bi cih nabin" û çîroka Îremê kesên ku li pêşangehê geriyan xemgîn kir.

Ji ber ku malbata wê tengasiya aborî dikişîne, wê nikaribe piştî dibistana navîn Îremê bidin xwendin. Îremê jî xwest ku di tuvala vala da bibêje ku xêncî xwendinê tu xeyala wê tuneye. Îremê dema ku qala tabloya xwe kir, çavên wê tije hêsir bûn û bal kişand sert tengasiya aboriyê ya malabata xwe.

Îrem Dedeyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku li taxa ew lê dijîn, hin malbat piştî dibistana navîn keçikan nadin xwendin.

Îremê diyar kir, ji ber ku ew ê piştî dibistana navîn ji ber tengasiya aborî lîseyê nexwîne, ew pir li ber xwe dikeve û wiha dewam kir:

"Bi tabloya xwe ya vala a li pêşengehê min hewl da ku bibim dengê hemû zarên qîzîn ên nadin xwendin. Malbata min dixwaze ez bixwînim lêbelê di destê em da tune ku bidin xwendin. Hin caran nikarim herim xwendingehê û ji dersên xwe dimînim. Gelekî li ber xwe dikevim û nikarim bi ser bikevim. Heke bixwînim dixwazim bibim mamoste. Ji ber vê dixwazim dengê me were bihîstin. Ez bi tabloya vala beşdarî pêşengehê bûm. Ya rastî xeyalên min wisa menin ku tablo têrê nake. Bi tenê dixwazim bixwînim û bibim hêviya zarên qîzîn."

"Dixwazim zarên min bixwînin lêbelê di destê min da tune"

Bahyettîn Dedeyê havînan li înşaetan dixebite û nanê xwe qezenc dike jî got 12 zarên wî hene ligel tunebûnê hewl dide 6 hebên wan bide xwendin.

Dede diyar kir ku ji ber tunebûnê nikare mesrefên dermankirina Dîlana 4 caran li Wan û Stenbolê hat emeliyatkirin bibîne, zarek li lîseyê 4 zar li dibistana navîn û zarek jî li pêşdibistanê dixwîne û bi îmkanên kêm helw dide zarên wî xwendina xwe idomînin.

Dede got ji bo xwendina zarokan hewcedariya wan bi alîkariyê heye û wiha pê da çû:

"12 zarên min hene, yek li esker e, di mêjiyê yekê da kînor heye, li Wan û Stenbolê 4 caran hat emeliyatkirin. Ez karkerê înşaetê me. Havînan li înşaetan dixebitim. Wekî mayîn dahateke min tune. 4ê wan qîzîn 6 zarên min dixwînin lêbelê pirî caran nikarim mesrefên wan ên xwendingehê bibînim. Nikarim li gor dilê xwe bidim xwendin. Hin caran nikarim bişînim meytebê. Îrem bi tabloya vala qala derdê xwe kiriye. Ya rastî ji dil û can hewl daye qala derdê xwe bike. Rewş jî hema wekî ya ku qali dike ye. Dixwazim zarên min bixwînin lêbelê di destê min da tune. Ez nikarim kincên zivistanê û amûrên meytebê ji hemûyan ra bikirim. Nikarim wekî her kesî kincan li zarên xwe bikim û bidim xwendin. Niha em dişînin dibistana navîn lê ji bo lîseyê pere lazim dike. dema di destê min tunebe ez jî nikarim wan bidim xwendin û li ber xwe dikevim."

Bahyettîn Dede got ku 12 zarên wî hene 8 hebên wan qîz in û Deryaya qîza wî ji ber tunebûnê piştî dibistana navîn perwerdeya xwe nedomand.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE