Reng û rûyê Silîvanê diguhere

Li Silîvanê bi peşengtiya Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Adem Çelik projeyên nû tên cîbicîkirin û bi van projeyan va rû û dêmê bajêr diguhere.

Reng û rûyê Silîvanê diguhere

Li Silîvana navçeya Diyarbekirê bi peşengtiya Qaymeqam Adem Çelik ku wekî Wekîlê Şaredar hat peywirdarkirin da projeyên nû tên cîbicîkirin ku bi van projeyan va rû û dêmê bajêr diguhere.

Li ser telîmata Çelik dê li ser kolanên Karabehlulbey, Ataturk û Dr. Îsmaîl Beşîkçî 16 hezar û 32 mêtrokare rêya meşê, 2 hezar û 604 mêtrokare kevirê ji bo nebînayan, 10 hezar û 430 mêtrokare bordur, 6 hezar û 802 mêtrokare şoretan dê bên çêkirin û lêkirin û herwiha 725 top akasya dê bên danîn. Dîsa dê 43 dîregên şewqê bên çikandin û 145 qutiyên zibil ên dekoratîf bên bicihkirin.

Wekîlê Şaredar Çelik di daxuyaniya xwe da diyar kir ku reng û rûyê navçeya qedîm dê bi van projeyan biguhere.

Çelik wiha axivî, "Ev xizmetên ku em dikin û projeyên ku em amade dikin, bi heman çavkaniya ku rêveberiya şaredariyê ya berê jî werdigirt va tên kirin. Çavkaniya ku ji wan ra dihat çi be, ya ku ji me ra jî tê ew e. Lêbelê em plansaziya wê dikin ku ev çavkanî ji bo mefaya gel bên emilandin. Ji roja ku em hatine ser wezîfeyê heta roja îro em 7 roj 24 saet dişixulin da ku ji gel ra xizmetên bikin. Ez dibêjim bira ev proje li Silîvanê bi xêr bin."

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 16:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE