Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di hezîranê da mehane ji sedî 4,95, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 6,77 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 78,62, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 138,31.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha hezîranê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 44,54, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 88,77 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 4,95, YÎ-UFE ji sedî 6,77 zêde bû.
TUFE di hezîranê da li gor çileya pêşîn a par ji sedî 42,35, li gor heman mehê ya par ji sedî 78,62 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor çileya pêşîn a 2021ê ji sedî 61,68, li gor gulana par ji sedî 138,31 zêde bû.