Reqamên îxracatê hatin eşkerekirin

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Di 8 mehên salê da îxracata me ji sedî 2,9 zêde bû û derket 117,2 milyar dolarî."

Reqamên îxracatê hatin eşkerekirin

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Di 8 mehên salê da îxracata me ji sedî 2,9 zêde bû û derket 117,2 milyar dolarî."

Reqamên îxracatê yên meha Tebaxê di civîna çapemeniyê da hatin eşkerekirin ku li Muzeya Kongre û Etnografyayê ya Sêwasê bi minasebeta salvegera 100emîn ya Kongreya Sêwasê hat lidarxistin.

Wezîra Bazirganiyê Pekcan di civînê da axivî û destnîşan kir ku îtxalata Tirkiyeyê di meha Tebaxê da ji sedî 0,27 daket û bû 15 milyar û 526 milyon dolar.

Ruhsar Pekcanê diyar kir deynê ji ber îtxalat û îxracata Tirkiyeyê di Tebaxê da li gor heman meha sala borî ji sedî 9,88 kêm bû û bû 2 milyar û 376 milyon dolar. 

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir ku di 8 mehên salê da îxracata Tirkiyeyê ji sedî 2,9 zêde bû û derket 117,2 milyar dolarî.AA

Dîroka nûkirinê: 04 îlon 2019, 14:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE