Reqamên îxracatê yên 2019an ku bi hevkariya Saziya Îstatîstikan ya Turkiye (TUÎK) û Wezareta Ticaretê tên amadekirin hatin eşkerekirin.
Li gorî TUÎKê di 2019an da îxracat li gor sala berê ji sedî 2,1 zêde bû û derket 171 milyar û 531 milyon dolarî.
Li gorî TUÎKê ferqa ticareta bi derva ra sala 2019an li gor sala berê ji sedî 43,5 kêm bû û daket 31 milyar û 174 milyon dolarî.