Reqamên Îxracata meha Tîrmehê

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di meha Tîrmehê da îxracata me ji sedî 8,32 zêde bû û derket 15 milyar û 958 milyon dolarî."

Reqamên Îxracata meha Tîrmehê

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di meha Tîrmehê da îxracata me ji sedî 8,32 zêde bû û derket 15 milyar û 958 milyon dolarî." 

Pekcanê li Îzmirê li otêlekê di civîna bi mazûvaniya Yekîtiya Îxracatkarên Egeyê hat lidarxistin da daneyên ticareta bi derva ra ya meha Tîrmehê eşkere kir.

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir di meha Tîrmehê da îxracata Tirkiyeyê ji sedî 8,32 zêde bû û derket 15 milyar û 958 milyon dolarî û wiha axivî: "Wek hikûmet bi saya îxracata ku em dikin û bi saya xebat û hewldanên îxracatkarên me digel hemû geşedanên kurewî em îxracata xwe zêde dikin."

Ruhsar Pekcanê diyar kir di meha Tîrmehê da îtxalata Tirkiyeyê jî ji sedî 7,98 kêm bû û bû 19 milyar û 288 milyon dolar.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE