Resmên li ser keviran ên li Çiyayê Cîloyê nîşaneyên girîng in

Li lûtkeya çiyayên Cîlo û Îkîyakayê yên wekî Alpên Swîsreyê bêhempa ne li ser kevir û zinaran resmên guldexwîn, însan, mar, xezal, bizinkovî, pezkovî, kêrguşk, gur, rovî û şiklên sembolîk hene û ji ziyaretavanan eleqeyê dibînin.

Resmên li ser keviran ên li Çiyayê Cîloyê nîşaneyên girîng in

Li lûtkeya Çiyayê Cîloyê yê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê resmên li ser keviran balê dikişînin. Bilindahiya lûtkeya çiyê 4 hezar û 135 mêtre ye.

Çiyayê Cîloyê bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê va ji terorê hat paqijkirin, xweşikahiyên li çiyê û dorberê wê merivan şaş û metel dihêlin.

Welatiyên ji bo xweşikahiyên tebiî yên li Çiyayê Cîloyê û Gola Satê bibînin tên herêmê di nav kulîlkên rengîn, ava zelal, berfa neheliyayî da dema xwe derbas dikin û kêfxweş dibin.

Li lûtkeya çiyayên Cîlo û Îkîyakayê yên wekî Alpên Swîsreyê bêhempa ne li ser kevir û zinaran resmên guldexwîn, însan, mar, xezal, bizinkovî, pezkovî, kêrguşk, gur, rovî û şiklên sembolîk hene û ji ziyaretavanan eleqeyê dibînin.

Ziyaretvan li herêma resmên li ser keviran ên ji heyama beriya dîrokê mane wêneyan dikişînin li ber nîşaneyan şaş û metel dimînin.

Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê diyar kir ku kevneşopiya resmên li ser keviran ji Sîbîrya, Asyaya Navîn, Qafqasya û Anadoluyê hatiye.

Çavuşoglu destnîşan kir ku kevneşopiya resmên li ser keviran di heyama nêçîrvanî û komkirinê da dest pê dike û wiha pê da çû: 

"Ev daneyên arkeolojîk ên girîng in. 10-12 hezar berê hatine çêkirin. Em resmên xezal, bizinkovî, gur, mar û heywanên li tebîetê dibînin. Ev tiştekî zehf girîng e lewra resm nîşan didin ku di heyama hesin a piştî civakên nêçîrvan da jî jiyana kovî dewam dike. Em mînakên herî baş ên vê jî di vekolanên li navendên Urartuyan da dibînin. Der barê flora û heywanên herêmê da agahiyên zelal didin. Resm nîşan didin ku xezal, bizinkovî û pezkovî li vê derê jiyane."

Çavuşoglu acaftina xwe wiha domand: "Bi hostatiyeke balkêş resmên heywanan çêkirine. Dema dibînin ferq dikin ku resma kîjan heywanî ye. Di nav da nîşane jî hene. Dibe ku aliyekî van ê dînî jî hebe. Li erdekî fireh meriv van fîguran dibîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE