Li Duhokê hostayê qeliyê Muhemmed Siyarî ev 46 sal in ku qeliyê çêdike û difroşe. Nêzî nîvî emrê xwe daye vî karî. Ev restorana qeliyê bûye yek ji sembolên bajarê duhokê.
Li bajarê Duhokê, li vê restoranê 24 saetan qelî tê çêkirin...
Hostayê qeliyê Muhemmed Siyarî ev 46 sal in ku her tim li vir qeliyê çêdike û dide mişteriyan.
Ji bajarên din jî gelek kes ji bo qeliyê tên vê restoranê.
Bi şev û roj li vir qelî tê çêkirin.
Siyarî ewilî li Mûsilê kargeh vekiriyê lê ev demeke dirêj e ku li Duhokê qeliyê çêdike.