Restorasyana Pira Palaşê ya hezar û 800 salî

Pira Palaşê ya ku ji ber qirêna du gundan hatibû xerakirin dîsa hat çêkirin.

Restorasyana Pira Palaşê ya hezar û 800 salî

Pira Palaşê ya li Semsûrê ji heyama romayê maye. Beriya 200 salî piştî pevçûna di navbera du gundan de beşeke pirê hat xerakirin. Piştî wextekî her du gund li hev hatin. Lê belê Pira Palaşê bi salan wisa ma. Ji bo restorasyonê xebat hat kirin û pira dîrokî hat tamîrkirin.

Pira dîrokî ya di navbera gundên Palaş û Qizilê de beriya 200 salî hat xerakirin.

Ev pir ji heyama Romayê maye, bi gotineke din beriya hezar û 800 salî hatiye çêkirin û 3 kemerên wê hene.

Beşeke pirê piştî şerê her du gundan hat xerakirin.

Bi salan pira dîrokî di halê xwe de ma.

Dûvre ji bo restorasyonê xebat hatin kirin û niha êdî restorasyon wê bi dawî bibe.

Piştî restorasyonê mixtarên gundên Palaş û Qizilê li ser pirê bi destê hev girtin û çûn rûyê hev.

Dîsa tê texmînkirin ku dê ev pira dîrokî tevkariyê bide tûrîzma herêmê jî.

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE