Restorasyona avahiya ji bo kursa Quranê

Li Midyadê bi alîkariya xêrxwazan ji bo jin û zarokan kursa Quranê hat vekirin

Restorasyona avahiya ji bo kursa Quranê

Li Midyada Mêrdînê bi alîkariya xêrxwazan ji bo jin û zarokan avahiyek ji bo bibe kursa Quranê hat restorekirin. Dûvre jî avahî bi merasîmekê ket xizmeta gelê navçeyê.

Li Midyada Mêrdînê avahiyên kevin tên restorekirin û ji bo armancên cuda tên bikaranîn.

Ev avahiya 64 salî jî ji wan avahiyan yek e. Dr. İzzettin Meteyê Xêrxwaz avahî ji bo xêra xwe da Weqfa Diyanetê.

Piştî bexşê ji bo restorasyonê xêrxwaz ketin dewrê û avahî ji bo bibe kursa Quranê hat restorekirin.

Di vê kursê de him jin, him jî zarok wê ji bo hînî xwendina Qurana Kerîm bibin werin perwerdekirin.

Kursa Quranê bi beşdariya Qeymeqamê Midyadê Tekin Dundar û gelek welatiyan bi diayan hat kirin.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE