Li Midyata navçeya Mêrdînê şaredariyê xaniyekî dîrokî yê 300 salî kir mala zarokan...
Ev xanîneyê dîrokî li Midyata qeza Mêrdînê ye.
Tê diyarkirin ku beriya vê bi 300 salî hatiye çêkirin.
Şaredariya Midyatê him ji bo parastina vî xaniyî, him jî ji bo zarokan projeyek amade kir.
Di projeyê de xaniyê dîrokî ewil hat restorekirin, paşê jî ji bo bibe mala zarokan hat amadekirin.
Ev li Midyatê yekemîn mala lîstika zarokan e.