Restorasyona berhemên dîrokî

Şaredariya Ömerliya Mardinê, him ji bo parastina berhemên dîrokî, him jî ji bo geşkirina turîzmê, xebateke restorasyonê da destpêkirin.

Restorasyona berhemên dîrokî

Şaredariyê li tevahiya navçeyê xebatên restorasyonê da destpêkirin.Şaredariya Ömerliya Mardinê, him ji bo parastina berhemên dîrokî, him jî ji bo geşkirina turîzmê, xebateke restorasyonê da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de, wê hemû berhemên dîrokî yên Ömerliyê werin restorekirin.

Ömerliya Mardinê, bajarekî qedîm û dîrokî ye.

Li navenda navçeyê, gelek berhemên dîrokî û kevn hene.

Şaredariya Ömerliyê jî him ji bo parastina berheman, him jî ji bo geşkirina turîzmê, xebateke restorasyonê da destpêkirin.

Li taxên Şafak û Cimhuriyetê hemû xanî, dikan, kuçe û kolanên dîrokî dê werin restorekirin.

Welatiyên li taxan jî ji ber xebatên restorasyonê kêfxweş in.

Ji bo restorastonê wê 2 milyon û 500 hezar lîre were xerckirin û xebat wê 2 salan dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE