Restorasyona goristana Ahlatê

1071 kêlên tarixî yek bi yek hatin restorekirin

Restorasyona goristana Ahlatê

Li Ahlata Bitlisê restorasyon û paqijkirina kêlên goristana meydanê ya selçuqiyan berdewam e. koma restorasyonê heta niha 1071 kevirên mezelan restore kirin…

Goristana Meydanê ya Selçuqiyan di nav lîsteya demkî ya UNESCOyê de ye.

Ew bi nivîs û neqşên xwe yên li ser keviran jî wek cihekî hunerî û dîrokî ye.

Ji sala 2010an heta niha li Ahlatê restorasyon didome.

Xebatkaran heta îro 1071 kêl restore kirin.

“Li vê derê bi giştî 8 hezar kevirên mezelan hene. Ev kevirê li kêleka min zahf taybet û cuda ye. Lewra ev kevir ji roja restorasyonê heta niha kevirê 1071emîn e. Ev ji bo me gelekî girîng e”

1071 sala serfiraziya Malazgîrtê ye û ev hefte salvegera wê ye.

Wezîfedar li goristanê hêj kevirên goran dertînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE