Li hewenga rihayê, restorasyona mizgeft û kerwanseraya çarmelîkê qediya. Di xana dîrokî de muzexaneya herî mezin a çandiniyê jî heye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, bi piştgiriya Wezareta Çand û Tûrîzmê Kerwanseraya Çarmelîkê a li Hewenga Rihayê restore kir.
Piştî restorasyonê Kerwanseraya dîrokî bi merasîmekê hat vekirin.
Şaredarê Bajarê Mezin Nihat Çiftçi:“Bi vê projeya mezin restorasyona Kerwansaray û Mizgefta Çarmelîkê qediya. Divê ev xana dîrokî bala her kesî bikşîne. Turîstên ku wê werin Rihayê dê mîrata bav û kalên xwe bibînin. Bi saya vê ekonomiya Rihayê jî dê xurttir bibe. “
Di nava kerwanserayê de muzexaneya herî mezin a çandiniyê jî heye.
Rojên pêş me di xana dîrokî de ji bo çandiniyê wê perwerde jî bê dayîn.