Restorasyona mizgefta dîrokî

Mizgefta dîrokî ya mezin li gorî eslê wê hat restorekirin

Restorasyona mizgefta dîrokî

Li Midyada Mêrdînê, şaredariyê ji bo restorasyona mizgefta mezin a li gundê derizbînê xebat dabû dest pê kirin. Mizgeft li gorî eslê xwe hat çêkirin. Şaredariyê bi merasîmekê mizgeft vekir. Di merasîma vekirinê de xwarin hat belavkirin.

Şaredariya Midyada Mêrdînê, xwedî li çand û dîroka navçeyê derdikeve.

Şaredariyê, li gundê Derizbînê ji bo restorasyona mizgefta mezin a dîrokî xebat dabû dest pê kirin.

Di çarçoveya xebatan de mizgeft li gorî eslê xwe hat restorekirin.

Piştî ku restorasyon qediya mizgeft bi merasîmekî hat vekirin. Rayedarên bajêr, endamên saziyên sivîl û şeniyê gund beşdarî merasîmê bûn.

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE